Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê (Deng: Erol Şaybak) [Jêrenivîs]

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 13 сен 2024
  • Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê
    Deng: Erol Şaybak
    Jêrenivîs: Xendekî
    Produksîyon: Asoya Helbesta Kurdî
    Muzîk: • Os Tincoãs - Deixa A G...
    Kawa Nemir - Katjimêrên Banû B’yê
    “Zînê li gel findê bû cot
    Rûnişt ji xemên xwe re got”
    Mem û Zîn, Ehmedê Xanî
    I
    (...)
    II
    (...)
    III
    Mi go, kevçiyên çayê kin in ji fîncanên kûr re, mi go,
    ev gewdeyê şil ê siwarçakê min ê şîn e, çu nikarim ava bikim
    qesra xwe ya bextewariyê, heta ku hilneweşe lengergeha Çengelköyê.
    Belam ev çîroneka dara min e, şaxên wê her du milên min,
    qurmê wê mala mêran e, dêran e, bûye kêran ji ber derbên kêran;
    belga min ji darê de dikeve, dikeve, dikeve,
    ê wî hey tajiyê lingşewitî ye li çil û çiyayên welatekî bejî,
    malûmatfiroşekî welatê xwe li ser selpakên zarokan avakirî,
    siwarçakê min ê ji qewmê serreş, ku dengê wî digindire newalan.
    Belam diviya dema cam hûrhûrî nebûya, nedêraya şevên aram,
    piştî pêgermokên kefegevzik, piştî fişargoyên sik,
    qey min peyda kiribû Siyabendê xwe yê ku kêlî tirş dikirin:
    “Nebî tu lê dî herî! Dizanim, tu naçî. Tê herî? Neçe, tevî her tiştî.”
    Kulên min taqet nakin bipirsin, qey di nava sê mêran de mame?
    Gulên min qet nakin bitirsin, ev çend e em diçilmisin?
    Kavil, kavil, mi go, tev ev e nas dikim ji kêliyên hişyariya xwe.
    Mi go, lê ez bi janeke qerase re zewicîm, ew çû, di ser wê pirê
    re ku nehişt ez hilweşînim.
    Piştî mîrê min ê hezkiriyê hespên tor î spî, va ye pêkolî dike
    derya, dikurisîne daw û devlingên qesra min a kavil.
    Qaqlîbazên fêlbaz î tîr têne çavên min, vê şeva şîn î şil.
    20 Berfanbar 2007 - 1 Reşemî 2008
    Bahçelievler - Stenbol
    *Ji pirtûka wî: Salname, Lîs
    **Bi destûra wî hatiye weşandin
    (tevahîya helbestê: helbestakurdi.c...)
    Asoya Helbesta Kurdî ©

Комментарии • 7

  • @munevveraslan4714
    @munevveraslan4714 4 года назад +2

    Deng, helbest û muzîk çiqas lev hatine. Dengê we dilê we destê we sax bin 💐💐💐

  • @KrzysztofKieslowskii
    @KrzysztofKieslowskii 4 года назад +1

    Lawooo li ma ev ne helbestê,, agirê,
    an ji zikreşîye..👌👌

  • @mehmetkaya6514
    @mehmetkaya6514 4 года назад +4

    Wey Ez bi Kürban a penusa te Kawa wey ez heyran dengete ji bim lo

  • @MazlumKeskin21
    @MazlumKeskin21 4 года назад +2

    Deng û dilê we saxbe, seet xweș ❤️

  • @omerpolat1282
    @omerpolat1282 2 года назад

    Şa'irê gewre Kawa Nemir 🌹

  • @firatrizgar
    @firatrizgar 4 года назад +3

    Cara ewil berî du heyvan min vê mûzîka bi oksîjena daristanên Amazon hatî honandin guhdar kir. Dehan car min guh dayê. Dengê vezarker xweş e, jixwe helbestên Kawa Nemir ne ew helbestin mirov carekê de lê derbas bibe. Ev tê çi wateyê? Ezê herî kêm 10 car seyra vîdyo bikim. Destê we sax be.

  • @SaimArarat
    @SaimArarat 2 месяца назад

    Sihet xweş ⭐️ gelo navê mûzîk ê çiye ?