Siyo û Zelîxan

Поделиться
HTML-код
  • Опубликовано: 28 авг 2024
  • Serê Salên 1900`î ye, li Bazarcixa Digorê, pênc bira hene, her pênç jî zewicîne, birayê navîn Siyo, ji gundê cîran bi Zelîxanê re zewiciye. Zelîxan bedewa êl û eşîrê ye, Siyo jî di sıya Zelîxanê de namîne, ew jî bi bejn û bal û dest pê ye, herdu jî layîqî hevdu ne.
    Sal wek avê diherikin, her diherikin, reşbîniyê kur dikin. Zarên Siyo û Zelîxanê çênabin, ji ber vê li hember wan, zimanê şirîgan dirêj dibe. Tenê bi gotinê bimînin, ew jî tişteke, lê mixabin malbat, dildike ku ji bo zurryet, Siyo bizewicînin, lê belê Siyo qêmîşî zelîxanê nake, xwe nade ber. Vê carê jî di ser Zelîxanê re dixwazin wî bînin rê, ji ber Zelîxanê re gotinên wisa giran diavêjin ku, Zelîxan ji canê xwe bêzar dibe, kevîr datîne ser dilê xwe, dertê pêşiya Siyo, jê re dibêje ‘ez destûra te didim, ji bo bêzurryet nemînî dixwazî bizewice. Ez zanim tu ber min dikevî, lê bawer bike, ez bi dil dibêjim, zarên te zarên min in, ez ê disa li ba te bim, bextê te de me bizewice, bila li hember me, zimanê tu kesî dirêj nebe’ Lê Siyo nasê dilê dilnazika xwe ye, dibê ‘na, dibe ku Xwedê qedera me bi wiha nivîsî be. Tu li der û dora xwe nabînî, çito ewlêdên bêxêr hene, dibe ku di derbarê me de ya herî xêr jî ev e, ez nazewicim, hêwiyê nayinim ser xanim û xatûneke wek te.

Комментарии • 8